Kanûn 10, 2019 17:39 Asia/Tehran
  • Pêgîriya dewleta Fransayê ser cihanîna plana guhertina qanûna malnişînkirinê

Dewleta Fransayê tevî ku eva 5 roj in pêrgî greva seranserî ya gelê wî welatî bûye, hela jî ser cihanîna plana guhertina qanûna malnişînkirinê îsrarê dike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Emmanuel Mecron Serokomarê Fransayê şeva buhurî bi Jean-Paul Delevoye(Dêlêvoy) Komîserê Pillebilind ê Malnişînkirinê û Serokê Yekitîyên Karkeran re bi mebesta kutakirina grevan civîya.

Lê tevî vê yekê ti nîşanek derheq guhertina biryara dewleta Mecron jibo vekişîna ji helwestên wî yên jibo guhertina qanûna malnişînkirinê nakeve ber çavan û biryar e ku Édouard Philippe (Êdward Fîlîp) Serokwezîrê Fransayê sibê 11`ê Kanûnê pêşnûmaya guhertina qanûna malnişînkirinê raber bike.

Dewleta Fransayê plana binîqaş a çaksazîya di qanûna malnişînkirinê û miaşê malnişînan de ji hefteya buhurî ve destpê kir û ragihandina cihanîna wê planê ji 5`ê Kanûnê ve pêrgî bertekên berfire û gellek neyarîyan bûye.

DI pêşnûmaya çaksazîya di qanûna malnişînkirinê û miaşê malnişînan de bilî zêdekirina salên xizmetkarîyê û kêmkirina miaşê malnişînan, biryar hatîye dayînê ku karmend û personelên pişkên Perwerde û Tenduristîya Giştî jî bên kêmkirinê.