Kanûn 10, 2019 16:36 Asia/Tehran
  • Li Komara Çikê ji ber gulleavêtinê 4 kes hatin kuştin

Kesekî çekdar bi gullreşandina li nexweşxaneyeka bajarekî Komara Çikê, 4 kes kuştin.

Li gorî rapora rojnameya Brîtanyayî ya Express'ê, Kesekî çekdar îro Sêşemiyê piştî ketina nav nexweşxaneyeka bajarê Ostarava Poroboyê li bakurê rojhilata Komara Çikê û nêzikî sînorê Polonyayê dest bi gulleavêtinê kir. Gulleyên wî li şeş kesan ketin û çar ji wan hatin kuştin.

Yan Hamaçêk (Jan Hamachek) Wezîrê karên hundir ê Komara Çikê da zanîn ku Yekîneya Polîs Taybet ji wan Yekîneya bicihbûna lezgîn û Hekîkptera Polîs ketine tevgerê.

Polîs Komara Çikê jî bi dayîna daxuyaniyekê tevî piştrastkirina mirina çar kes ji gullelêketiyan, ragihand ku birîên dudiyên din jî pirr giran in.