Kanûn 08, 2019 17:14 Asia/Tehran
  • Di şewata li Hindistanê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên Hindistanê ragihand ku di şewata li kargehekê de zêdetirî 43 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li paytexta Hindistanê Dehliya Nû îro danê sibehê kargeh şewitî. Tîmên agirkujiyê di saet 05.22'an de xwe gihandin cihê şewatê. Heta saet 09.30'an zêdetirî 65 kes gihandin nexweşxaneyê.

Li gorî rayedarên Hindistanê zêdetirî 43 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 50 birîndar jî rakirîne nexweşxaneyan.

Xebatkarên tenduristiyê jî diyar kirin ku piraniya ew kesên rakirine nexweşxanê ji ber dûkela jehrî ji xwe çûne.

Heta niha derbarê sedema şewatê de ti agahî nehatine dayîn. Lêpirsîna derbarê bûyerê didome.