Kanûn 08, 2019 12:19 Asia/Tehran
  • Pêşewaziya berfire ji Odeya Îranê li bazarçeya xêrxwaziya dîplomatîk a Bosna û Herzegovîna

Odeya Komara Îslamî ya Îranê li bazarçeya xêrxwaziya dîplomatîk a Bosna û Herzegovîna ji aliyê sdîplomatên biyanî li vî welatî û xelkê wê bi xwe bi germî hat pêşewazîkirin.

Li gor IRNA, Sefîr û serokên nûneratiyên welatên curbicur dema serdana bazarçeyê kirin , gotin: Odeya Îranê ji babeta kel û mel û berhemên xwe yên pircur odeya herî baş li nîşangehê bû, loma gelek kesan ew dîtin.

Sefîrê Îranê li Sarayêvoyê paytexta  Bosna û Herzegovîna Mehmûd Heyderî jî serdana vê bazarçeyê kir û çû dîtina odeya Komara Îslamî ya Îranê.

Bazarçeya xêrxwaziya dîplomatîk a Bosna û Herzegovîna bi beşdariya sefaretxanên biyanî yên li vî welatî roja şemê li cihê nîşangeha navneteweyî ya Eskenderiyê li navenda bajarê sarayêvoyê karê xwe despê kir û hezaran kes ji welatiyên Bosna û Herzegovîna serdana vê bazarçeyê kirin.

Derdora 40 sefaretxane û 80 Encumenên Bosnakî li vê bazarçeyê beşdar in.

Deskevtên vê bazarçeyê ji bo karên xêrxwaziyê yên wekî alîkariya ji bo zarok û ciwanên nûgihan ên  Bosna û Herzegovîna tên terxankirin.