Kanûn 08, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • Berteka Trump li hemberî kêşeya navbera Koriya bakur û Amerîkayê

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêwendiya xwe û serokê Koreya bakur pir baş û semîmî da zanîn û got: Ez wer nafikirim li sala ku hilbijartina serokomariyê ji min re heye, Koreya bakur dest bavêje kiryareke bi dijminatî.

Fars Newsê ragihand ku Trump şeva borî ji nûçegihanan re got: Pêwendiya min bi serokê Koreya bakur Kîm Cûng Ûn re  pir baş û semîmî ye , heke ew dest bavêje kiryareke bi dijminatî ezê pir heyêrî û ecêbgirtî bibim.

Trump herwiha got: Kîm dizane ku hilbijartina srokomariyê li pêşberî min de ye, vêca ez wer nafikirim ku ew di vê hilbijartinê de mudaxile bike.

Ev gotinên Trump di rewşekê de ne ku nûnerê Koreya bakur li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Kîm Sang duh daxwaza Amerîkayê ji bo gotûbêjê red kir.

Koreya bakur herwiha vê sibeyê (yekşemê) diyar kir ku li devera avêtina satlaytan a Sohae, mûşekek bi serketin ve ceribandiye . Rayedarên amerîkî berê gotibûn ku Piyon Yangê soz dabû ku vê navendê îmha bike.

Serokê Koreya bakur oltîmatom dabû Amerîkayê ku heya dawiya sala 2019h eke muzakireyên jiçekirina atomî navbera vî welatî û Amerîkayê negihêjin encamê, wan radiwestîne, lê belê eva çend meh in ku muzakireyên hanê hatine rawestandin û kêşeya navbera Piyong Yang û Waşînbgtonê giran bûye.