Sergey Lavrov wê serdana Waşîngtonê bike
Rojnameya Washington Post li ser zimanê rayedaran ragihand ku dîplomatên Rûs dê serdana Waşîngtonê bikin. Tê zanîn ku ji sala 2017`an ve eva yekemîn serdan e.
Tê pêşbînkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov hefteya bê dê serdana Waşîngtonê bike.Dîplomatên ku vê seferê dişopînin diyar kirin ku ji sala 2017`an ve, ev serdama yekemîn ji Amerîkayê ye, Wan her wiha gotin, ku beriya niha li Koşka Spî bi Turmp re civiyabû û nakokî di navbera Sergey û Turmp de çêbûbû.
Rojnameya Washington Post bal kişand ser viya ku di derbarê hevdîtina Lavrov bi Turmp re agahiyên diyar tunen û Koşka Sipî jî diyarkirina agahiyan red kir.
Rayedarekî Amerîkî got ku bi gelemperî dê Lavrov û Pompeo meselên derbarê welatên wekî Ukrayna, Sûriyê, Venezûela û dozên qedexekirina çekan nîqaş bikin.
Rojnameyê diyar kirin ku beriya rojekê ji civînê, tê payîn ku li Parîsê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky û serokê Rûsya Vladimir Putin bi hev re bicivin.
Duh berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaxerova got, amadekariyên serdana Lavrov têne kirin, lê belê dema wê diyar nekir.
Muhtemel e ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de têkiliyên xurt werin pêşxistin, ji ber ku Waşîngton ji aliyê Muskovayê ve bi fikar e û der barê awayê çareseriya nakokiyên her du welatan de nakokî hene.