Kanûn 06, 2019 07:55 Asia/Tehran
  • 368 hezar awareyên Kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê bicih bûne

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE`yê ragihand ku heta nika 368 hezar awareyên Kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê bicih bûne.

Dilawer Ajgeyî Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE`yê di civîna Komsyona Ewrûpayê ya bi merema hilkolandina rewşa awareyên sûrî û alîakrîya bo wan ku bi pişkdarîya welatên endamê YE`yê û Balyozên welatên cînarê Sûrîyê hat lidarxistinê, ragihand ku sedî 95`ê awareyên Kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê hatine bicihkirinê.

Wî di hevpeyvîna digel Kanala Rûdawê de got ku berî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê 350 hezar awareyên Kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê hatibûn bicihkirinê û bi pêla duyem a awareyan jî 18 hezar awareyên Kurd ên sûrî derbasî Herêma Kurdistanê bûne. 

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE`yê amajeyî vê yekê kir ku hejmara awareyên Kurd ên sûrî û awareyên din ên iraqî li Herêma Kurdistanê digihêje milyonek û 500 hezar kesî, xwest ku YE`yê jibo dabînkirina pêwîstîyên wan awareyan de alîakrîyê bike.

Wî herwiha plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya têkildarî bicihkirina awareyan û şopandina halê wan di civînê de raber kir.

Hat ragihandinê ku armanc ji wê civînê amadebûna YE`yê jibo raberkirina alîkarîyan bo awareyan di sala 2020`an de nemaze jibo awareyên sûrî û ji wan awareyên li Herêma Kurdistanê ye.