Lavrov derbarê kiryarên NATO`yê yên li rojavaya Asyayê de hişyarî da
Kanûn 05, 2019 18:29 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê derbarê kiryarên NATO`yê yên li rojavaya Asyayê de hişyarî da.
Ligorî rapora Kanala Rusia Al Yewmê, Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Lavrov îro got: NATO hewil dide li hemî cîhanê nemaze li rojavaya Asyayê serdest be.
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê herwiha got: Moskowê bijareyên curbicur jibo berteknîşandana himberî her gefeke NATO`yê hene.
Civîna Serokên NATO`yê 3 û 4`ê Kanûnê li Londonê hat lidarxistinê.
Di daxûyanîya dawîya civîna NATO`yê de, tevî nakokî û gêreya di navbera endamên wê peymanê de, Ûrsêt weke gef hat binavkirinê.
Yek ji xalên balkêş ên civîna Serokên NATO`yê li Londonê, gêreya di navbera Tirkîye û Fransayê de bû.