Kanûn 05, 2019 17:25 Asia/Tehran
  • Fransa felec bû

Karmendên Çiqa Rêyên Hesin, Kadroyên pizişk, tranzîta giştî, Orjans û mamosteyên dibistanên Fransayê îro bi greva seranserî bi armanca neçarkirina Serokomar Mekron jibo ibtalkirina plana çaksazîyên têkildar malnişînbûnê, dest ji karê xwe berdan û yek ji mezintirîn grevên di çend dehsalîyên vê dawîyê li Fransayê de bi rê xistin.

Ev greva giştî pirsgirêkeke nû ser rêya planên çaksazîyê yên Serokomarê Fransayê piştî nerazîbûnên berfire yên Êlegzeran di sala buhurî de tê hesêb.

Ligorî encamên rapirsîyên vê dawîyê sê ji çarê gelê Fransayê piştgirî daye çaksazîyên di sîstema malnişînkirinê de û tenê sê yekê gel ser vê bawerê ye ku dewlet di cihanîna wê planê de yê serkevtî be.

Dewleta Fransayê dil heye bi plana çaksazîya di sîstema malnişînkirinê de, jibo tijîkirina cihê kêmasya bûcê, xercên dewletê bike. 

Bilî jordabirina emrê malnişînbûnê û kêmkirina miaşê malnişînan anegorî wan çaksazîyana, dewletê di pişkên perwerde û tenduristîya giştî da jî hejmara karmend û kadroyan kêm kirîye.