Kanûn 05, 2019 07:53 Asia/Tehran
  • Kesekî êrişî bargeha Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Pirl Harberê kir

Mêdyayên amerîkî ragihandin ku kesekî êrişî bargeha Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Pirl Harberê ser bi eyaleta Hawayîyê kir.

Li gorî raporan di encama wê êrişê de 3 kes birîndar bûne.

Hêzên ewlehîyê jî êrişker kuştine.

Derbarê nasnama êrişker û armanca wî ji wê êrişê de hê tu raporek nehatîye belavkirinê.

Di encama wê êrişê de ew bargeha Hêza Deryayî ya Amerîkayê hatîye girêdanê. 

Her sal bi hezaran kes di encama êrişên bi çekan li Amerîkayê tên kuştin û yan birîndar dibin. Ligorî amarên fermî li Amerîkayê 270 heta 300 milyon çek destê xelkê da ne, yanî ji bo her kesî heka çekek heye.