Berteka Koşka Sipî derheq repora Îstîzahkirina Trump
Berdevkê Koşka Sipî rapora lêkolînên îstîzahkirinê ku ji aliyê meclisa nûneran a Amerîkayê hatiye weşandin, raporeke derew da zanîn.
Berdevkê Koşka Sipî Stephanie Grisham sêşemê êvarê derheq rapora lêkolînên îstîzahkirina serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku ji aliyê Komîteya Lêzanînan a meclisa nûneran a Amerîkayê hatiye weşandin, bertek nîşan da û ev rapora derew û yekalî da zanîn.
Grisham got: Li dawiya proseyeke yekalî û derew, Adam Shif serokê Komîteya Lêzanînan a meclisa nûneran û demokratan nekarî belgeyek li bara şaşitî û xelafkariya Trump raber bike.
Duh êvarê Komîteya Lêzanînan a meclisa nûneran raporeke 300 rûpelî derheq lêkolînên îstîzahkirina Trump weşand û hin tawan li dijî wî xistin rojevê.
Di vê raporê de Trump tawanbar bûye ku ji deshilata xwe ya serokomariyê bona zexta ser serokomarê Ûkrayînê Vlodîmîr Zeneskî îstifade kiriye û ew neçar kiriye ku li bara kurê Joe Biden reqîbê Trump yên serokomariyê raporê bide.
Trump herwiha tawanbar e ku xebitiye astengiyê ser riya lêkolînên îstîzahkirinê çêke û nehêştiye ku meclis ji şahidan îstifade bike.