Mijdar 14, 2019 18:12 Asia/Tehran
  • Helwêsta serokê Konseya Ewrûpayê dijî Rûsiyê

Serokê Konseya Ewrûpayê Rûsiye wek "Pirsgirêka Stratejîk" jibo Yekîtiya Ewrûpayê da zanîn.

Li gorî rapora Itar Tasê, Donald Tûsk, Serokê Konseya Ewrûpayê got: nabe ku em pêşniyara Emanuel Macron serokomarê Fransayê ku daxwaza guherîna nêrîna Brûkselê derbarê Moskovayê kiriye, bipejriînin.

Tûsk ku dawiya heyama serokatiya xwe derbas dike, diyar kir ku di 5 salên bihurî da hemî hewildana xwe pêk aniye da ku ji serokên Yekîtiya Ewrûpayê ra bide fehmandin ku Rûsiye şirîka stratejîk nîne, belkî Pirsgirêka Stratejîk e.

Donald Tûsk her wiha derbarê axaftina vê dawiyê ya Macron ku bi ragihandina Mirina Mejiyê ya NATOyê daxwaza venihêrînê di têkilliya digel Rûsiyê da kriibû, hişyarî da.

Serokê Konseya Ewrûpayê îdia kir ku di heyama serokatiya xwe kariye bi sepandina boykotan dijî Rûsiyê, yekîtiya Ewrûpayê biparêze.

Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ji sala 2014an va bi hilêxistina tawana destwerdana Rûsiyê di pevçûnên rojhilata Ukraynê û xistina Kirîmeyê ser axa Rûsiyê, hin boykotên abûrî li dijî Rûsiyê sepandin ku tûşî berteka Moskovayê bûye.