Mijdar 13, 2019 16:22 Asia/Tehran
  • Xebata birek ji endamên Komarîxwazên Amerîka dijî Trump

Grûpa Komarîxwazên alîgîrên hakimiyeta qanûnê ji hevpartiyên xwe li parlemana Amerîka xwestin li civîna bihîstina kongreyê derbarê istîzaha Trump pişkdariyê bikin û bilî diyarkirina neyariya xwe tev Trump, piştevaniya qanûna bingehîn a vî welatî bikin.

Li gor rapora rojnameya Hafîngton Post`ê, Li halê ku civîna parlemana Amerîkayê bona bihîstina gotinên li ser istîzaha Donald Trump serokkomarê vî welatî dê bi vê zûtiyê birê keve, Grûpa Komarîxwazên alîgîrên hakimiyeta qanûnê ji hevpartiyên xwe xwestin li vê civînê pişkdariyê bikin û bilî diyarkirina neyariya xwe tev Trump piştevaniya qanûna bingehîn a vî welatî bikin ta ku rudawa istîzaha Rîçard Nîkson serokkomarê berê yê Amerîka li projeya riswatiya Watirgêyîtê dubare bibe.

Grûpa Komarîxwazên alîgîrên hakimiyeta qanûn li Amerîka agehdariyekî propagandeyî ser navê `` Dêrok dibîne`` amade kirine ku li vê agehdariyê birek ji nûnerên komarîxwaz li civîna bihîstina istîzaha Rîçard Nîkson , dijî wî deng dan.

Hatiye ragihandin ku ev civîna bihîstina istîzaha Trump rojên çarşemî û îniyê dê birêve biçe.

Piştî eşkerebûna peywendiya telefonî ya bi hellahella ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tev Vilodîmîr Zelenskî serokkomarê Okraynê ku bi "Okrayn Gate" hatiya nasîn, Nansî Ploasî seroka parlemana nuneran a Emerîkayê fermana  destpêkirina  lêkolînên li bara îstizaha Trump da.