Mijdar 13, 2019 08:14 Asia/Tehran
  • Cezayîrî dîsanê derketin nav kolanan

Çîn û qatên cûrbecûr ên gelê Cezayîrê nemaze xwendevan careka din bi lidarxistina xwenîşandanê li bajarê vî welatî daxwaza wêdaçûna hemî rayedarên dewleta berê ji desthilatê kirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Gelê Cezayîrê si sî û heştemîn hefteya nerazîtiyên xwe li ser darizandina tawanbarê gendeliyê pêgirî kirin.

Ji dema destjikarkişandina Ebdulezîz Bûteflîqe serokomarê berê yê Cezayîrê di 2ê Nîsanê da ku di bin zexta raya giştî da pêk hat, gelê vî welatî daxwaza wêdaçûna rayedarên serdema Bûteflîqe ji wan Ebdulqadir Bin Salih serokomarê demkî dikin.

Cezayîrî pêgiriyê dikin ku sazî û rêxistinên serdema Bûteflîqe bila rêveberiya dewrana veguhestinê negirin destê xwe û jibo pêgiriya ser vê xwesteka xwe her hefteyê derdikevin nav kolanan.

Nerazîtiya Cezayîriyan bi berendambûna Ebdulezîz Bûteflîqe bo cara pêncem di hilbijarina serokomartiyê da dest pê bû û serê axir ew ji desthilatê wêda çû.

Biryar bû hilbijartin 4ê Tîrmehê be, lê kesek nebû berendam û bo 12ê Kanûnê paşda ket û serdema Bin salih jî dirêj bû.