Mijdar 12, 2019 17:17 Asia/Tehran
  • Moralês çû Mêkzîkê

Serokomarê Istîfakirî yê Bolîviyê piştî wergirtina penabertiyê ji Mêkzîkê, terka Bolîviyê kir.

Li gorî reutersê, Êvo Moralês Serokomarê istîfakirî yê Bolîviyê berbanga Sêşemiyê bi twittekê nivîsî ku terka vî welatî ber bi Mêkzîkê va dike, lê soz da ku "Bi zûtirkê û bi hêz û enêrjiyeka pirtir" vegere Bolîviyê.

Marsêlo Obrard Wezîrê karên derve yê Mêkzîkê Duşemiyê ragiahndibû ku Moralês daxwaz penabertiyê ji Mêkzîkê kiriye û me jî pejirandiye.

Êvo Moralês di hilbijartina serokomartiyê ya 20ê Cotmehê da karîbû hevrikê xwe Karlos Mêsa têk bibe, lê alîgirên vî namzedê alîgirê rojavayiyan û serneketî li hilbijartinê bi tawanbarkirina dewletê bi sûcê sextekariyê, hatin nav kolanan.

Moralês jî wek berteka li hemberî gurrbûna xwenîşandanan, roja Yekşemiyê anku pêr, pişta lidarxistina dubare ya hilbijartina serokoamrtiyê girt û bi mbesta pêkhatina ewlehiyê li vî welatî ji posta xwe wêda çû.