Mijdar 06, 2019 16:08 Asia/Tehran
  • Verşînin: Rûsya jibo destpêkirina muzakira Şamê digel HSD amade ye

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Verşînin ragihand ku Rûsya piştgirîyê dide destpêkirina diyalogê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn îro li civîneke çapemenîyê li Moskowê de amaje bi rewşa Sûriyê kir û da zanîn ku Moskow amade ye gotûbêjên li ser tevlibûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nav artêşa hikemata Sûriyê asantir bike.

Verşînîn got: “ Me çend caran ragihandiye ku em piştgirîyê didin destpêkirina diyaloga di navbeyna HSD û desthilata navendî ya Şamê de û em kurdan weke beşekî jênqetîyayî ya gelê Sûrîyê dibînin. Rûsya amadeye, li ser hemû mijaran, tevlêbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) nav artêşa hikemata Sûrîyê û destpêkirina diyaloga di navbeyna kurdan û Şamê de asankarîyê bike.”

Şayanî gotinê ye ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) 2 rojan berî nika  ragihand ku helwesta wê di mijara danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabit e û amade ye ji bo parstina yekperçetiya axa Sûriyê, bê şert bi hikûmetê re muzakire bike.