Mijdar 06, 2019 15:39 Asia/Tehran
  • Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê bertek nîşanî pêngava çaran a Îranê da

Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê amajeyî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî kir û ragihand: Lêgerên wê ajansê li cihê rakirina pêngava Îraên ne.

Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê îro di daxûyanîyekê de piştrast kir ku Îranê pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî rakir û pêgirî kir ku Têhranê ew pêngava di bin çavdêrîya wê ajansê de rakir.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Lêgerên Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê li Îranê û li cih bichanîna wê pêngavê ne û hûrgilîyên wê radigihînin meqera Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê li Vîyenê.

Serokê Komara islamî ya Îranê duh ragihand ku Têhran di dewama kêmkirina sozên xwe yên navokî de yê roja Çarûemê (îro) gazê berde santrîfîyûjên navenda navokî ya Fordoyê û wan bixebitîne.