Mijdar 06, 2019 10:34 Asia/Tehran
  • Bertekên navnetewî himberî ragihandina pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî

Pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî anegorî Rêketinama Atomî, bûye sedema bertekên berfire li asta cîhanê.

Ragihandina hin hûrgilîyên pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî ya Îranê pêrgî bertekên berfire yên welatên ewrûpî û ne-ewrûpî bûye.

YE`yê wek berteka himberî ragihandina vîna ciddî ya Îranê jibo rakirina pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî, dilgiranîya xwe ji ber vê biryara Îranê nîşan da û idia kir ku ew biryara Rêketinama Atomî dixe ber xeterê. YE`yê di daxûyanîya xwe da bêyî amajeyî bêsozîyên alîyên ewrûpî yên Rêketinama Atomî bike, ji Têhranê xwestîye ku bizvire rêya pêbendbûna li wê rêketinameyê.

Berdevka Komsyona Ewropayê Maya Kotsîyançîç di civîneke çapemenîyê di vî warî de got ku ew rêektinama têkildarî ewlehîya me û ne rêekvtinameyek e ku tenê jibo ewlehîya herêmê û Ewrûpayê girîng be belkî jibo ewlehîya hemî navçê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanê Nîkos Dendîyas jî di hevdîtina digel Sefîrê Îranê yê li Atênê de pêgirî ser piştgirîya dewleta Yûnanê ji parastina rêketinama atomî kir. 

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanê di hevdîtina digel Balyozê Komara islamî ya Îranê li Atênê Ehmed Nadirî de rêketinama atomî girîng zanî û got: Yûnan digel welatên din ên endamê YE`yê piştgirîyê dide vê rêkevtinama navnetewî ku ser xêra gişkan e.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî wek berteka himberî ragihandina fermî ya pêngavên navokî yên nû yên Îranê, Têhran bi binpêkirina Rêketinama Atomî tawanbar kir.

Fransayê têkildarî birêxistina zincîre-santrîfîyûjên nivşa şeşan ji hêla Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê ve ku duh bi awayekî fermî ji hêla serokê wê sazîyê ve hat ragihandinê, ji Têhranê xwest ku biryara xwe venihêre.

Fransayê di eynî demê de ragihandîye ku ew dê li benda rapora fermî ya Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî (IAEA) têkildarî kiryarên navokî yên Îranê be.

Dewleta Almanê jî bertek nîşanî ragihandina pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî da û Wezîrê Karên Derve yê wî welatî Hayko Mas ku jibo hevdîtineke dîplomatîk li Paytexta Hîngarîyayê şarê Bûdapêstê ye, duh di civîna çapemenîyê ya hevpar digel hevtûşê xwe yê hîngarîyayî de got ku ew biryara Têhranê Rêketinama Atomî dixe ber xeterê û Îran divê bizvire cihanîna sozên xwe di çarçova ``rêketinama atomî`` de.

Mas derbarê ragihandina birêxistina zincîre-santrîfîyûjên nivşa şeşan ji hêla Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê ve idia kir: Îranê santrîfîyûjên gellek pêşketî çêkirine di halekî da ku ev kara berovajî Rêketinama Atomî ye.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Rîyabkov jî bertek nîşanî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî da û got: Kêmkirina sozên navokî yên Îranê encama mentiqî ya şûndemayîna di çareserkirina kêşeyên têkildarî Rêketinama Atomî ye. Em pêngava nû ya Îranê ya kêmkirina sozên vî welatî encama mentiqî ya şûndemayîna di çareserkirina kêşeyên têkildarî parastina Rêketinama Atomî û dabînkirina daxwazên aborî yên Îranê dizanin ku Îran hêvîdarê wê wan bû. 

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Natanyaho jî wek berteka himberî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî anegorî Rêketinama Atomî idia kir ku Îran bi dû çêkirina çekên atomnî ye.

Ev gotinên pêkenî yên Natanyaho di halekî da ne ku Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî (IAEA) heta nika di 16 raporan de pêgirî ser pêbendbûna Îranê li Rêketinama Atomî û biaştîbûna çalakîyên navokî yên Îranê kirîye.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump jî duh himberî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî bertek nîşan da û bêyî ku amajeyî binpêkirina biryarnama 2231 a Civata Ewlehîyê ya NY ji hêla wî di 8`ê gulana sala 2018`an de bike, dîyar kir: Em di halê hilkolandina vê mijarê de ne. Em bizanin ka çi dibe.

Berdevkekî Sêkrêtêrê NY jî ji ber pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî rexne kirîye û gotîye ku Sêkrêtêrê NY Antoniyo Gotereş her pêngava ku bibe sedema dûrketina alîyên Rêketinama Atomî ji wê, sedema heyf û mixabinîyê dizane.