Mijdar 06, 2019 10:29 Asia/Tehran
  • Beîdînijad: Işkesta Rêketinama Atomî yê dûhatên bitaluke jibo ewlehîya cîhanê hebe

Balyozê Komara islamî ya Îranê li Ingilîsê hişyarî da ku işkesta Rêketinama Atomî yê dûhatên bitaluke jibo ewlehîya cîhanê hebe.

Balyozê Komara islamî ya Îranê li Ingilîsê Hemîd Beîdînijad di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a Sky`ê de herwiha got: Alîyên din ên Rêketinama Atomî piştî vekişîna Amerîkayê ji wê peymanê, nekarîn pêbendê sozên xwe bin û himberî vê yekê Îranê dest bi karên wisa kir ku ew rêketinama bê parastinê.

Balyozê Komara islamî ya Îranê li Londinê herwiha got: Îranê hin sozên xwe ligorî Rêketinama Atomî kêm kirin ta ku alîyên din hişyar bike ku ev rewşa nikare bidome û ji wan hat xwestin ku sozên xwe cih bînin.

Beîdînijad herwiha got: Têhran hewil dide Rêketinama Atomî were parastinê û alîyê himber jî sozên xwe cih bîne. 

Balyozê Komara islamî ya Îranê li Ingilîsê derbarê pirsekê têkildarî gotûbêja digel Serokomarê Amerîkayê jibo bidestxistina rêkevtineke nû ku bernama mûşekî ya Îranê jî bigire ber xwe de got: Muzakireya dubare têkildarî rêkevtineke nû, dê Rêketinama Atomî tam ji nav bibe.