Mijdar 06, 2019 08:39 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Ûrsêtê ser pêwîstîya kutakirina boykotên Amerîkayê yên dijî nifta Îranê

Nunerê Ûrsêtê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê pêgirî kir ku Amerîka divê pêngavên dijî Îranê ji wan boykotên neqanûnî yên dijî niftê bi dawî bîne.

Nunerê Ûrsêtê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê Mîxayîl Olyanov şeva buhurî wek berteka himberî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî anegorî Rêketinama Atomî got: Ew kêmkirina sozê ji hêla Îranê ve tam dihate payîn çinku, Têhranê soz daye her du mehan carekê sozên xwe kêm bike.

Nunerê Ûrsêtê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê herwiha got: Amerîka divê destwerdan û hewildanên neqanûnî yên jibo boykotkirina nifta Îranê kuta bike.

Berî vîya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Rîyabkov, pêngava nû ya Îranê ya kêmkirina sozên navokî, mentiqî zanî û got: Amerîka berpirsê rewşa nika ya Rêketinama Atomî ye. 

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî duh bi ragihandina rakirina pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî yên Îranê ku dê îro li navenda navokî ya Fordoyê pêk bê, pêgirî kir ku divê hemî alîyên Rêkeitnama Atomî ya digel Îranê wajo kirine bizanibin ku Îran nikare bi awayekî yekalî pêbendê wê rêketinameya navnetewî bibe.