Mijdar 05, 2019 19:44 Asia/Tehran
  • UNICEF: Bila zarokên aware bûne, ji bakura Sûrîyê bizvirin

Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) ji welatan xwest zarokên ku di encama êrişên Tirkîyê li bakura Sûrîyê de sergirdan û aware bûne, bizvirînin welatê xwe.

Malpera UNICEF`ê ragihand ku nêzî 28 hezar zarok ji zêde ji 60 welatên cîhanê li bakura Sûrîyê asê bûne ku pirranî li kempên awareyan dimînin, Nêzî 20 hezar kes ji wan zarokana iraqî ne.

Rapora UNICEF`ê nîşan ddie ku zêde ji sedî 80`yê zarokên bîyanî yên li bakura Sûrîyê aware bûne di bin 12 salan û nîvê wan jî di bin 5 salî de ne.

Ligorî rapora UNICEF`ê, nêzî 40 hezar zarokên sûrî jî vê dawîyê azware bûne.

Nivîsgeha NY Di Karên Mirovdostîyê de (OCHA) jî ragihand ku 108 hezar û 500 kes ji wan 47 hezar zarok ji destpêka êrişên Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê di 9`ê Cotmehê de aware bûne û milyonek û 800 hezar kes j inifûsa 3 milyon kesî ya wê deverê hewcedarê alîkarîyên mirovdostîyê ne.