Mijdar 05, 2019 09:00 Asia/Tehran
  • Amerîka bi fermî ji Peymana Parîsê derket

Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku Waşîngtonê Rêxistna Neteweyên Yekbûyî (NY) agahdar kiriye ku bi fermî ji Peymana Av û Hewyê ya Parîsê derdikeve.

Li gor IRIB Newsê, berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus duh bi weşandina daxuyaniyekê bal kişande ser despêbûna proseya derketine ji Peymana Av û Hewyê ya  Parîsê û îdia kir ku Amerîka destekê dide hevpeymanên xwe ku gemarbûna av û hewayê kêm bikin.

195 Welatên cîhanê li 12 Kanûna 2015 li Konferansa 21-an a guherrin û geşatiyên av û hewayê ya NY "COP21" û Rêketina Parîsê ji bo kêmkirina germatiya erdê û kêmkirina gazên gulxaneyî li cîhanê ku piranî ji ber bikaranîna enerjiyên foseylî pêk tê, îmza kirin.