Mijdar 04, 2019 18:38 Asia/Tehran
  • Washington Postê derbarê derketina nivşa nû ya DAIŞ`ê de hişyarî da

Rojnama Washington Postê derbarê derketina nivşa nû ya koma têrorîst a DAIŞ`ê û hicûma awareyan ber bi welatên rojavayî de hişyarî da.

Rojnama Washington Post çapa Amerîkayê îro nivîsî: "Heta dema ku bêparbûn, paşdemayîna civakan û nelayiqbûna hikûmetên dîktator li Rojavaya Asyayê hebin, rîşe û kokên rabûna komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê dê hebin lewma, cîhana rojava divê xwe jibo pêla nû ya penaxwaz û awareyan amade bike."

Rojnama Washington Postê herwiha dinivîse: "Serokomarê Amerîkayê dilxweşê vê yekê ye ku karîye rêberê DAIŞ`ê ji nav bibe lê, ji vê yekê ku heger û hokarên derketina DAIŞ`ê û tiştên bûn sedem ku qêrîna nerazîbûna gelên rojavaya Asyayê rabe esmîn hela hene, xafil e."

Ew rojnama amerîkî mukur hat: "Dema wê hatîye ku welatên rojavayî, rêvebirên herêmê bo pirralîtî û bersivdayîna himberî gelê xwe vexwînin neku cîhana rojava divê xwe jibo wergirtina pêla nû ya awareyan û nivşa nû ya DAIŞ`ê û cîgirê Bexdadê hazir bike."