Mijdar 04, 2019 08:05 Asia/Tehran
  • Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî bertîl wergirt, nimûneyên fosfora dijî Kurdan hatîye bikaranînê hilnekoland

Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî ragihand ku nimûneyên fosfora sipî ya ku Enqere dijî Kurdên Sûrîyê bikar tîne, hilnakole.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, hin sazî û dezgehên sivîl bi berhevkirina nimûneyên postê gorîyên şerê Tirkîyê dijî Kurdên Sûrîyê, Tirkîyê bi bikaranîna çekên hilgirê fosfora sipî di şerê dijî Kurdên Sûrîyê de tawanbar kirine û ragihandine ku hin nimûne jibo ku sazîyên têkildar hilkolînin berhev kirine û ji Sazîya Navnetewî ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî xwestine ku di vî warî de lêkolînê bike û nimûneyên hatine komkirinê hilkolîne.

Lê rojnama Morning Star a Ingilîsê îro ragihand ku pisporên Sazîya Navnetewî ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî ragihandine ku ew dê liser wan nimûneyên hatine berhevkirinê hilnekolînin.

Kovara Times a Londinê jî ku daxûyanîya Sazîya Navnetewî ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî weşandîye, amaje kirîye ku dewleta Tirkîyê hevgavê destpêbûna êrişên ji 9`ê Cotmehê va dijî Kurdên Sûrîyê, 30 hezar Dolar xelat daye wê sazîyê û gellek nîqaş têkildarî daxûyanîya vê dawîyê ya Sazîya Navnetewî ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên weke fosfora sipî dijî Kurdan hene çinku hin kes wî diravî weke bertîl dizanin. 

Belavoka Mornîng Starê herwiha ragihandîye ku hin alî Sazîya Navnetewî ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi sistîya di cihanîna erkên xwe û biryara sîyasî tawanbar dikin û ser vê bawerê ne ku ew sazîya navnetewî erkên xwe di warê babetên têkildar da cih nayne.