Cotmeh 09, 2019 17:30 Asia/Tehran
  • Îtalyayê derbarê dûhatên cenga ticarî navbera Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê hişyarî da

Serokwezîrê Îtalyayê got: Divê rê li ber qewimîna şerê ticarî ya bi karesat navbera Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê were girtinê.

Li gorî rapora Sputni9kê, Cozêpê Kontê Serokwezîrê Îtalyayê roja Çartşemiyê di axaftinekê da daxwaza pêşîlêgirtina ji qewimîna şerê ticarî navebra Azmerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kir û got: Biryara Amerîkayê ya sepandina tarifên nû li dijî kelûpelêîn ewrûpî  derbê li berhemênerên navxweyî li ewrûpayê dixe.

Vî rayedarê îtalî got: Sepandina tarifên Amerîkayê li ser kelûpelên ewrûpî dê bandoreke ciddî li ser mesrefa kelûpelên berhemhatî li Îtalyayê bike.

Dewleta Amerîkayê ragihandiye ku wek berteka li hemberî kiryara Yekîtiya Ewrûpayê ya raberkirina sûbsîd bo Kompaniya ewrûpî ya Firokesaziyê ya Airbusê, hin tarifan li ser heft miliyar û pêncsed miliyon dolar kelûpelên Yekîtiya Ewrûpayê dê bisepîne.

Waşîngtonê daxwaza sepandina tarifên 10% û 25% li ser hin kelûpelên kirrîyayî ji Ewrûpayê kiriye.

Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv vê dawiyê di raporekê da ragihandiye ku şerê ticarî yê Donald Trump derdora 700 miliyar dolar zirar gihandiye abora cîhanê.