Cotmeh 08, 2019 10:08 Asia/Tehran
  • Nerizamendiya çalakên warê jîngehê li welatên Ewropî berdewam dike

Çalakên warê jîngehê ya bi navê "Rabûna li Dijî Têkçûnê" li gelek ji bajarên girîng ên welatên Ewropî civînên nerizamendiyê li dar xistin.

Li gor Associated Pressê, Bajarên Berlîn, Madrîd, London, Amestradam û hin paytextên din ên ewropî duh bûn meydana xwenîşandana Çalakên warê jîngehê ya bi navê "Rabûna li Dijî Têkçûnê".

Hedefa wan ji van civîn û xwenîşandanan eva ye ku bala rayedarên welatên pêşeyî yên wek Ewropayê ber bi meselên jîngehê bi taybet germbûna hewayê bikişînin.

Polîsê Holendê ragihandiye ku 90 çalakên warên jîngehê binçav kirine. Herwiha li Londonê jî 135 kes hatin girtin.

Li Madrîda Spaniyayê jî xwenîşandana Çalakên warê jîngehê ya bi navê "Rabûna li Dijî Têkçûnê" li dar ket . Herwiha wan li Almanyayê li ber nivîsgeha serokwezîra vî welatî ya Merkel civiyan.