Cotmeh 07, 2019 18:45 Asia/Tehran
  • Trump: Kurdan bê beramber ji me re şer nekirine

Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump di derbarê bûyer û pêşhatên girêdayî bakura Sûrîyê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de ragihand: “Em dê ji vî şerê bê wate û bê dawî vekişin. Kurdan jî bê bermaber şer nekirine û me gelek pere û çek dane wan.”

Turmp li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Êdî em ji vî şerî dûr in û çi ji girtiyên DAIŞê jî dikin, bila bikin, bila welatên navçeyê bi xwe şerê DAIŞê bikin, ne em.”

Trump di twîtteke din de dibêje: “Diviyabû Amerîka bo dema 30 rojan li Sûriyê bimaba, ew jî çend sal berî niha, lê em man û em çûne nav şerekî kûr bêyî hebûna ti armancekê di vî şerî de. Dema ez gihîştim Waşingtonê, DAIŞ belaya navçeyê bû, lê me bilez 100% DAIŞ têk bir.”

Serokê Amerîkayê herwiha dibêje: “Me bi hezaran çekdarên DAIŞê girtin, ku piraniya wan xelkê ewropayê ne, lê welatên Ewropayê naxwazin wan wergirin. Ew dibêjin, Amerîka tu (wan) li cem xwe xweyî bike, min jî gotiye Na, me qenciyeke mezin li we kir û niha jî hûn dixwazin wan di girtîgehên Amerîkayê de bihêlin. Ew jî bi xerc û zîyaneke zêde. Ew divê ji aliyê we ve bêne muhakimekirin, lê wan careke din got Na. Fikir bikin, wek hertim, Amerîka tê dotin, lê NATO di bazirganiyê û hemû tiştekê de ye. Kurdan li rex me şer kir, lê me pereyeke zêde da û me pêwîstiyên wan dabîn kirin. Ew bo dema çend dehsalan e şerê Tirkiyê dikin, min ev şer bo dema 3 salan rawestand.”

Donald Trump diyar dike ku piraniya şerên li Rojhilata Navînê eşîrî ne. Em dê leşkerên xwe vegerînin welatê xwe. Em vê demê şêr dikin ku di qazanca me de be, herwiha em tenê ji bo serkeftinê şer dikin.”