Cotmeh 06, 2019 11:43 Asia/Tehran
  •  Koreya Bakur muzakireya xwe ya navokî bi Amerîka re rawestand

Serokê tîma muzakireyê ya Koreya Bakur diyar kir ku wan muzakireya xwe ya navokî li bajarê Stokholmê ku li asta karzanî li dar ketibû, rawestandine.

LI gor nûçeya Fars Newsê, Serokê tîma muzakireyê ya Koreya Bakur Kîm Miyong-Gîl duh li Stokholma Swêdê diyar kir ku aliyê amerîkî li gotûbêjan sadiq û rastbêj nîne û derheq vê yekê mixabiniya xwe da diyarkirin  û got:  Tîma Koreya bakur muzakireya xwe ya navokî ya di asta karzaiyê de bi amrîkiyan re daye rawestandin.

Kîm Miyong-Gîl herwiha got: Waşîngtonê ti tiştek ji bo raberkirinê li muzakireyê tine bû.

Serokê tîma muzakireyê ya Koreya Bakur di dewamê de diyar kir ku niha berpirsatiya berdewamkirina muzakireyên navokî navbera Piyong Yang û Waşîngtonê  li ustiyê amerîkiyan e.

Muzakireya navokî di navbera tîma karzanî ya Koreya Bakur û tîma Amerîkayê li Stokholm ji sibeya şemiyê ve despê kir. Ew yekem gotûbêja fermî ya dualî bû, ji dema hevdîtina serokên herdu welatan Donald Trump û Kim Jong Un ya di  meha Hizêrana borî de li devera neleşkerî ya di navbera du Koreyan de.

Wan li wê hevdîtinê xwestin bila muzakireyên navokî ku piştî hevdîtina wan a li li Vêtnamê de hatibûn rawestandin dîsa berdewam bikin.

Koreya Bakur bi berdewamî dibêje ew ne amade ye bi awakî yekalî çekên xwe yên navokî ji dest bide.

Ew dibêje pêwîst e di heman demê de Amerîka cezayan rake û gerantiyên ewlekariyê dabîn bike.