Îlon 21, 2019 18:00 Asia/Tehran
  • Trump gef li welatên ewropî xwar

Serokomarê Amerîkayê welatên ewropî hişyar kirin ku welatiyên xwe ku tevlî DAIŞê bûbûn û niha li Iraq û Sûriyê di girtîgehê da ne, werbigirin.

Li gorî rapora rojanmeya New York Timesê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Îniyê li Koşka Sipî ji nûçegihanan ra got: Eger Almanya, Fransa û welatên din welatiyên xwe yên DAIŞî yên hêsîrbûyî wernegirin, emê wan li sînorên welatên ewropî berdin.

Rayedarên dewleta Amerîkayê demek dirêj e ku hevpeymanên xwe yên ewropî dane bin zextê da ku têrorîstên hêsîrbûyî yên DAIŞê ku welatiyên biyanî ne, werbigirin.

Niha bi hezaran têrorîstên girtî yên DAIŞê di zindanên Sûriyê da tên ragirtin.