Îlon 21, 2019 16:58 Asia/Tehran
  • Çil û pêncemîn Şemiya nerazîtiyan li Fransayê

Neraziyên fransî yên Tevgera Êlekzeran di çil û pêncemîn şemiya li pey hev da bi nîşana nerazîtiya li hemberî helwêstên dewleta vî welatî derketin nav kolanan.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku bi destpêbûna kombûna fransiyan li dijî helwêstên dewleta Êmanuel Makron, nerazîtiyên tevgera nasyar bi Êlekzeran gihîşte hejmara çil û pêncan.

Çil û pêncemîn şemiya nerazîtiyê li Fransayê di halekî da dest pê bûye ku heftiya bihurî û di çil û çaremîn şemiya nerqazîtiyan da, hêzên ewlehiyê herîkêm 35 nerazî li Nantê girtin.

Dewleta Fransayê ragihandiye ku di pevçûnên heftiya bihurî yên bajarê Nantê da herîkêm du polîsû du memûrên Candirme birîndar bûn.

Ji aliyê din va, li gorî ragihandina Dizarmons Lês (Koma piştgirê xwenîşandanê li Fransayê), ji destpêka nerazîtiyan li vî welatî, herîkêm 24 kes ji neraziyan herîkêm çavekî xwe di van nerazîtiyan da ji dest dane.

Di halekî da ku dewleta Mekron bernameyên xwe jibo zêdekirina baca li ser ardûyê û kiryarên din wêda daniye, lê nerazî hema wisa şemiyên her hefteyê tên nav kolanan da ku nerazîtiya xwe nîşan bidin.