Îlon 21, 2019 10:22 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana nerazîyên himberî guherîna rewşa av û hewayê li Polonyayê

Bi hezaran kes ji ciwanên polonyayî û çalakên piştgirê jîngehê duh li şarên curbicur ên wî welatî ji wan Paytextê şarê Werşoyê bi nîşana nerazîbûna himberî guherîna rewşa av û hewayê xwenîşandan lidar xistin.

Nerazîyên polonyayî di wê xwenîşandanê de xwestin ku pêngaveke lezgîn jibo sekinîna himberî germbûna topa erdê bê rakirinê.

Guherînên av û hewayê yek ji girîngtirîn dilgiranîyên nika yên cîhanê ne lê Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi vekişandina vî welatî ji Rêketinama Av û hewayê ya Parîsê nîşan da ku bawerîya wî li guherînên rewşa av û hewayê tineyeê

Trump herwiha jibo jordabirina asta berhemanîna ardûyên fosîlî ji wan niftê qanûn û qirarên serdema Serokomarê berê yê Amerîkayê yîn tîkildarî kêmkirina belavbûna gazên gulxaneyî ibtal kirin.

Germbûna topa erdê dibe sedema germbûna cîhanê û oqyanûsan û bi guherîna rewşa av û hewayê hişkesalîya berfire destpê dibe, germa diguhere gurrîyê û tofanên giran radibin.