Îlon 21, 2019 07:26 Asia/Tehran
  • Zerîf giheşte New Yorkê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê duh nîvro jibo pişkdarîya di 74`emîn civîna Civata Giştî ya NY de giheşte New Yorkê.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf bilî pişkdarîya di 74`emîn civîna Civata Giştî ya NY de yê li rex wê civînê bi hejmarek hevtûşên xwe ra jî hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Alîkarên Sîyasî û Hiqûqî yên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî û Xulamhisên Dêhqan jî digel Zerîf çûne New Yorkê.

74`emîn civîna Civata Giştî ya NY ji Şemîya hefteya buhurî ve destpê bûye û civînên têkildarî Serokên welatan jî yê ji roja Sêşema bê ve destpê bibin.