Îlon 20, 2019 18:23 Asia/Tehran
  • Destpêbûna muzakirên navokî yên Emerîka û Koreya bakurî li pêşeroja nêzîk da

Rayedarê Koreya başûrî li bara hitmala destpêbûna muzakirên navokî navbera Emerîka û Koreya bakurî li pêşeroja nêzîk agahî da.

 Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, Lî Do Hûn, nunerê taybet ê Koreya başûrî li karûbarên aşitiyê li nîvgirava Koreyê roja îniyê bal kişand ser vê yekê ku Koreya bakurî û Emerîka her tim bi hev re di peywendiyê de ne û got: "Her du welat renge muzakirên li bara jiçekkirina navokî li pêşeroja nêzîk destpê bikin."

 Lî Do Hûn û Îstefan Bîgan nunerê taybet ê Emerîkayê li karûbarên  Koreya bakurî biryar e îro li Waşengtonê li bara riyên parastina gotûbêjan bi Koreya bakurî û pêşeketina li bara meselên bingehîn hevdîtin û gotûbêjê bike.

 Pêştir rayedarên Koreya bakurî teqez kirin ku  Emerîka divê bi pêşniyara nû û guncaw vegere ser maseya muzakirê.