Îlon 20, 2019 10:20 Asia/Tehran
  • Di êrîşên çekdarî yên rojhilata Kongoyê da 28 kes hatin kuştin

Navenda memûriyeta NY li Komara Dêmokratîk a Kongoyê (MONUSCO) Pêncşemiyê bi şev ragiahnd ku herîkêm 28 kongoyî di êrîşên komên çekdar ên li parêzgeha Îtûriyê li bakurê rojhilata vî welatî hatine kuştin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, "MONUSCO" (Monûsko) ragihand ku ev 28 kes di 2 rojên dawî da li parêzgeha Îtûriya Kongoyê hatine kuştin.

Ji destpêka meha Hezîranê va heta niha ji ber tundî  û pevçûnan 200 kes li Kongoyê hatine kuştin û 300 hezar kes jî aware û derbider bûne.

Navçeyên navendî, rojhilatî û bakurê rojhilata Komara Dêmokratîk a Kongoyê ji bîst salan beriya niha va nearam in.

Bêşiyaniya Artêşa Kongoyê û Kumşînên NY jibo têkbirina mîlîtanan, bêewlehî û nearamî li vî welatî zêde kiriye.