Tebax 23, 2019 18:12 Asia/Tehran
  • Fermana Pûtîn jibo amadetiya rêxistinên rûsî bona kiryara bernaber hemberî ceribandina mûşekî ya Amerîkayê

Serokomarê Rûsiyê ferman da artêş ku jibo kiryara beranber hemberî ceribandina mûşekî ya Amerîkayê amade bibe.

Li gorî rapora Reutersê, Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê roja Îniyê ferman da Wezareta Berevaniyê û rêxistinên din ên dewletî yên vî welatî ku gefên ji ber ceribandina mûşekî ya nû ya Amerîkayê analîz bikin û jibo berteka beranber amade bibin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) roja Duşemiyê ragihand ku Amerîkayê mûşekeka Kroz ceribandiye ku dikare piştî firrîna bi qasî 500 Kîlomitran li hedefê bikeve.

Ev yekemîn ceribandian Amerîkayê piştî derketina vî welatî ji Peymana Hêzên Atomî yên Navînbirr (INF) digel Rûsiyê ye.

Viladîmîr Pûtîn pêştir wek berteka li hemberî ceribandina mûşekî ya nû ya Amerîkayê got: Moskova dê kiryareke beranber jibo misogerkirina ewlehiya xwe ya tam cih bîne.