Tebax 22, 2019 18:20 Asia/Tehran
  • Koreya Bakur: Piyong Yang tu meraqek jibo gotûbêja bi Amerîkayê ra tuneye

Wezareta karên derve ya Koreya Bakur hişyarî da ku eger waşîngton siyaseta xwe ya dijminane himberî vî welatî bidomîne, Piyong Yangê dê gotûbêja bi Waşîngtonê ra bi dawî bîne.

Li gorî rapora France Pressê, Hevdem digel çûyîna Stêfên Bîgon (Stephen Bacon), şandiyê taybet ê Amerîkayê bo du welatên Japonya û Koreya Başûr, Wezareta karên derve ya Koreya Bakur îro bi daxuyaniyekê ragihand ku vî welatî tu meyl û meraqek jibo gotûbêja bi Amerîkayê ra tuneye, meger ku Waşîngton siyasetên xwe yên zorbêjiyê rawestîne.

Gotûbêja navbera Amerîka û Koreya Bakur li ser mijarên atomî yên Nîvgirava Koreyê ji dema lidarxistina dora duyem li Hanoya paytexta Viyêtnamê di Sibata 2019an da hatiye rawestandin.

Wezareta karên derve ya Koreya Bakur her wiha tevî rexneya ji ceribandina mûşeka Kroz a Navînbirr a Amerkayê di vê dawiyê da û bernameyên vî welatî jibo şandina firokeyên şêrr ên F35ê bo navçeyê, ev liv û tevger xeternak dan zanîn.