Tîrmeh 23, 2019 19:41 Asia/Tehran
  •  Mekron: 14 welatên ewrûpî parvekirina penaberan qebûl kirin

Serokkomarê Firansayê raghand ku 14 welatên ewrûpî parvekirina penaberên sergerdan ên li deryaya Medîteranê qebûl kirin.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya rojnama Tages Spiegel, Emmanuel Mecron serokkomarê Fransayê li dawiya civîna wezîrên karên hundir û derve yên endamên  Yekitiya Ewrûpayê ser mijara penaberên sergerdan ku li Parîsa paytexta vî welatî hat lidarxistin, got: Xêncî Almanya û Firansayê,welatên Portugal, Lokzamburk, Fenland, Lîtvanî , Krovasî û Îrlandê jî hevkariya cidî bona niştecihkirina penaberan qebûl kirin.

 Mecron got: Her wiha şeş welatên din ên ewrûpî bi piştgiriya ji vê planê, amadetiya xwe bona wergirtina hejmarek ji penaberên sergerdan li deryaya Medîteranê raghandin.

 Mateo Salvînî, wezîrê karên hundir û alîkarê serokwezîrê Îtalyayê ji ber dijberiya welatê xwe li bara niştecihkirina penaberên sergerdan ên deryaya Medîteranê, tevlî vê civînê nebû.

 Salvînî ku siyasetên  ku bi tundî dijberê wergirtina  penaberan e, roja duşemiyê got: Îtalya êdî dê nebe kampa penaberan bo Bruksel, Parîs û Berlînê.