Tîrmeh 23, 2019 17:43 Asia/Tehran
  • Di gullereşandinên Amerîkayê da 62 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Navenda Tomarkirina Tundiyên Çekdarî li Amerîkayê qala candayîna 17 kesan ji ber gullereşandinê li deverên cûrbicûr ên vî welatî kir.

Navenda Tomarkirina Tundiyên Çekdarî li Amerîkayê roja Sêşemiyê ragihand ku 68 babetên gullereşandinê di heyama 24 saetên bihurî da li parêzgehên cûrbicûr ên Amerîkayê qewimîne ku di encama wan da herîkêm 17 kes hatine kuştin û 45 kes jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, pirraniya van gullereşandinan li parêzgehên Mirîlend, Vîskansîn, Mîsorî û Mîşîganê bûne.

Li gorî vê raporê, di 48 saetên bihurî da jî 246 babetên gullereşandinê li parêzgehên cûrbicûr ên Amerîkayê qewimîne ku di encama wan da 81 kes hatine kuştin û 157 kes jî birîndar bûne.

Her sal bi hezaran kes li deverên cûrbicûr ên vî welatî bi gullê germ tên kuştin.