Tîrmeh 23, 2019 11:41 Asia/Tehran
  • Ji ber teqînekê li Somaliyê herî kêm 17 kes hatin kuştin

Duh duşemê 22- 07-2019an teqîneka mezin li paytexta Somaliyê li Mogadîşûyê rûda. Li gor zanyariyan di teqînekê de herî kêm 17 kes hatine kuştin.

Rêvebirê mezintirîn nexweşxana Mogadişu Dr. MIhemed Yusif ragihand ku 28 kesên birîndar jî rakirine nexweşxanê.

Teqîne ji aliye xwekujekî hatiye encamdan yê gumanbar otomobîla xwe li nêzî otelekê li taxeke qerebalix ragirtiye û  ew teqandiye.

Herwiha rêxistina terorîstî ya El Şabab berpirsîya êrîşê rakir ser xwe û ragihand ku ew êrîş wek bersîvdana kuştina Mihemed Nur Îxlas, rêvebirê wan yê payabilind e.

Berpirsê El Şebabê Ixlas, di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê da, şeva pêncişemê li nêzî bajarokê Kunyo Barrow ya herêma Şabele hate kuştin. Îxlas berpirsê îstixbarata navixweyî û rêvebirê herî bilind yê sîyasî yê El Şabab bû.