Tîrmeh 15, 2019 18:19 Asia/Tehran
  • Dijayetiya partiyên japonî himberî beşdariya Tokyoyê di hevpeymaniya pêşniyarkirî ya ji hêla Amerîkayê ve

Partiyên Japonî dijayetiya xwe himberî beşdariya vî welatî di hevpeymaniya pêşniyarkirî ya Aemrîkayê bi mehneya parastina Tengava Hormuzê (Strait of Hormuz) de ragihandin

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Rojnameya Japon Times'ê tevî amajeya bi pêşniyara Amerîkayê jibo damezirandina hevpeymaniya leşkerî bi mebesta parastina Tengava Hormuzê, ji zarê Wîçî Hagiyoda, nûnerên endamê Partiya Lîberal Dêmokrat a Japonyayê nivîsî: Li gorî qanûnên heyî, Tokyo nikare hêza berevaniya jixwe jibo tevlîbûna nav hevpeymaniya pêşniyarkirî ya Amerîklayê bişîne.

Di vî warî da, Têtsoro Fokoyama, Sêkrêtirê giştî yê partyiya dijber a Dêmokrat a Japonyayê jî destnîşan kir ku li gorî Qanûna Bingehîn, şandina her cûre hzê an alavên şêrr bo derveyî sînorên Japonyayê ne pêkan e.

Akîra Koykî, Serokê Sêkrêtirxaneya Partiya Komonîst a Japonyayê û Hacîmî Yoşîka Sêkrêtirê giştî yê Partiya Sosiyal Dêmokrat jî li dijî şandina leşkerên japonî bo derveyî sînorên vî welatî derket.

Bi zêdebûna kêşeyan li navçeya Kendava Farsê ji ber zêdebûna cîwarbûna leşkerî ya Amerkayê li vê navçeyê, Waşîngtonê demek beriya niha mijara beşdariya di hevpûeymaniyeke bin çavdêriya wî welatî bi mehneya dabînkirina ewlehiya gemîvaniyê li Kendava Farsê hilêxist.