Tîrmeh 15, 2019 17:08 Asia/Tehran
  • Rayedarên dewletê yên Emerîka û Firansayê: Divê Îran ji berjewendiyên Rêketina Navokî sûdê wergire

Wezîrê Enerjiyê yê dewleta berê ya Emerîkayê mukir hat: Bona ku Îran sûdê ji berjeweniyên hevhatina navokî wergire, divê hin pêngav bên rakirin.

Êrnêst Monîz li hevpeyvîna  bi kanala nûçan a emerîkî ya CNN`ê re  got: Kiryarên navokî yên Îranê hilgirê vê peyamê bi taybet bo ewrûpiyan e ku divê rêçareyekê bona dabînkirina berjewendiyên aborî ku Têhran ji wan  bêpar bûye, peyda bibe û dewama rewşa niha nemumkine.

Monîz got: Bê şik tu şehedî û belge li bara vê yekê ku Îran li dû çekên navokî ye tine û tu nîşanek li vê barê li Îranê nayê dîtin.

Endamê pilebilind ê tîma emerîkî ya muzakirên Rêketinama Navokî got: Dewleta Trump tevî ku ji rêketina navokî derketiye, kiryarên xwe li dijî Îranê jî pir zêde kirine û Îran dibêje ku ji ber van kiryarên Waşengtonê  ji berjewendiyên rêketina navokî tu sûdek wernegirtiye. Her wiha rayedarekî berê yê fransî jî teqezkir ku  Îran ser berpirsiyariyên xwe sekiniye û Emerîka jî hevhatina navokî li hev xistiye.

General, Dîmînîk Trenkin  mişêwirê eskerî yê berê yê Firansayê li  li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li gotûbêja bi televîayona France 24`ê, Emerîkayê sebebkarê sereke yê têkbirina  hevhatina navokî da zanîn û got: Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê piştrast kiriye ku Îranê her tim berpirsiyariyên xwe parastine.

Trenkin li bara  hegera kêmbûna  berpirsiyariyên Îranê li rêketina navokî got: Ger bixwezin bi însaf bin, ev emerîkî bûn ku ji hevhatian bi Îranê re derketin û ev meseleya pêk anîn.

Midehekê berî niha jî Dîmînîk Do Vîlpên serokwezîrê berê yê Firansayê got ku Trump hevceyî bi hevhatina bi Îranê heye ji ber ku dixweze nîşanî raya giştî bide ku dikare  bo gelê Emerîkayê serketina dîlpmatîk pêk bîne.

Do Vîlpên her wiha got: Hin nemaye hilbaijrtinên  serokkomariya Emerîkayê bên lidarxistin û Trump li dû hevhatina  bi Îranê re ye.