Mogerînî: Bila Peymana INF`ê were parastinê
Tîrmeh 15, 2019 09:48 Asia/Tehran
Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê xwest ku Peymana Hêzên navokî yên Navînbirr (INF) were parastinê.
Ligorî rapora Malpera YE`yê, Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê Fêdêrîka Mogêrînîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku Bruksel ji ber çarenûsa Peymana INF`ê ku diqewime dema wl di 2`yê Tebaxê de bi dawî were, gellekî dilgiran e, ji ber ku ew peymana pişkeke girîng a nijyara ewlehîya Ewrûpayê ye.
Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê pêgirî kir ku divê karên girîng û zelal bên kirinê ta ku dilnîyayî tam û pêkan jibo hilkolandinê bên kirinê.
Piştî ku Amerîkayê Peymana Hêzên Navokî yên Navînbirr (INF) rawestand, Civata Fêdêrasyona Ûrsêtê jî di Tîrmehê de pêşnivîsa vekişîna vî welatî ji Peymana INF`ê pejirand û Serokomarê Ûrsêtê Vadmîr Pûtîn jî ew pejirand.