Tîrmeh 15, 2019 08:09 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Tiroîkaya ewrûpî derbarê gêreyên li Kendava Farsê de

Her sê welatên Ingilîs, Fransa û Almanê daxûyanîyek derbarê piştgirîya ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê û gêreyên li Kendava Farsê de dan.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, her sê welatên Ingilîs, Fransa û Almanê wek Tiroîkaya Ewrûpayê di daxûyanîyeke hevpar de pêgirî ser parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê kirin û derbarê xetera têkçûna wê de dilgiranîya xwe nîşan dan.

Ingilîs, Fransa û Almanê di wê daxûyanîyê de ragihandin ku ew ji ber êrişên li Kendava Farsê û giranbûna rewşa ewlehîyê li vê herêmê bi awayekî giran dilgiran in.

Ingilîs, Fransa û Almanê di dewama daxûyanîya xwe da xwestin ku rêyek jibo rawestandina gêreyan û destpêkirina gotûbêjan were danînê.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê jî îro got: Gurrbûna gêreyan li rojavaya Asyayê dikare bibe sedema şêrr.