Tîrmeh 14, 2019 17:46 Asia/Tehran
  • Dema sepandina sizayên Amerîkayê liser Tirkiyê diyar bû

Piştî Tirkiye dest bi wergirtina sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsyayê kir, Amerîka plan dike komeke sizayan li ser Tirkiyê de bisepîne. Îro jî barê şeşan ê Sîstema Berevanîya Mûşekî ya S-400`ê gihîşte Tirkîyê.

Ajansa “Bloomberg”a Amerîkayê ragihand ku dewleta Amerîkayê pilan dike piştî derbasbûna roja derbeya leşkerî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an, komeke sizayan li ser Tirkiyê da bisepîne.

Çavkanîyan ji Bloombergê re ragihandine, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump biryar daye sizayan li ser Tirkiyê da bisepîne û tekez kirin ku dewleta Trump bijardeyek ji 3 bijardeyên pêşniyazkirî hilbijartiye û tenê maye Trump wê planê îmze bike.

Jêderan aşkere kirin ku plana sizayên li ser Tirkiyê piştî guftûgoya çend rojan a berpirsên Wezareta Karên Derve, Wezareta Berevanîyê û Encûmena Asayişa Netewî hatiye danîn û tenê maye Serok Trump ewê îmze bike.

Li gorî rapora wê ajansê, Washington ne tenê dixwaze Tirkiyê ji bernameya F-35 derbixe, diqewime li gor destûra Amerîkayê sizayên din jî bisepîne.

Şayanî gotinê ye ku Sênata Amerîkayê duh, ji ber kirîna S-400`an ji hêla Tirkîyê ve, bang li Trump kir ku hember Tirkiyê biryarên dorpêçiyê cîbicî bike û da zanîn, Serokomariya Tirkiyê aborî û ewlekariya welatê xwe xistiye metirsiyê.

Komîteya Hêzên Çekdar û Pêwendiyên Derve ya Senaya Amerîkayê herwiha bang li Wezareta Berevaniya vî welatî jî kir ku Tirkiyê ji bernameya firokeyên F-35 derxe.

Roja 12`ê vê mehê pêvajoya radestkirina mûşekên S-400`ê bi awayekî fermî destpê bû û sê firokeyên Rûsyayê perçeyên mûşekan anîn baregeha hewayî ya Murted a Enqerê.

Tê gotin ku 60 pispor û endazyarên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ligel mûşekan dibin ku piştre ligel 80 pispor û endazyarên leşkerî yên Ûris dest bi perwerde û rahênanê bikin. Herwiha hat ragihandin ki sîstema S-400`ê yê di 10`ê Îlona îsal de, ji aliyê artêşa Tirkiyê va, were çalakkirin.