Tîrmeh 14, 2019 16:57 Asia/Tehran
  • Dewama gêreyên di navbera hêzên Xelîfe Hefter û Tirkîyê de

Berdevkê koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê, careka din gef li Tirkîyê xwar.

Ligorî rapora Televîzyona Rusia Al Yewmê, Berdevkê koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê Ehmed Mismarî îro careka din Tirkîye bi piştgirîya ji komên çekdar li Lîbîyê tawanbar kir û gefa tolhidanê li Enqerê kir.

Ehmed Mismarî herwiha got: Me emrazên sekinîna himberî Tirkîyê hene.

Eva cara çendan e ku her du alî gefan li hev dikin û bi dû wan gefkirinan gêreyên di navbera her du alîyan gurr bûne.

Koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê bi fermandetîya Xelîfe Hefter ku bi salan bi saya piştgirîya Erebistan, Misr û Imaratê li rojhilata Lîbîyê serdest bû, mideha çend mehên vê dawîyê da ber bi bakura vî welatî va pêşda çûye.