Nîsan 21, 2019 19:35 Asia/Tehran
  •  CNN: Trump divê were îstîzahkirin

Kanala CNN`ê serokkomarê Emerîkayê rexne kir û destnîşan kir: Wî her tim welêt ber bi jinavbirina hakimiyeta qanûnê dikşîne û divê pêvajoya îstîzaha wî li kongirê destpê bibe.

  Vê kanala nûçan a Emerîkayê piştî weşandina nusxa 400 rûpelî  ya rapora Robert Mûlêr  lêpirsê taybet ê dosiya hilbijartinên Trump nivîsî,  kongira Emerîkayê divê pêvajoya îstîzaha Donald Trump destpê bike ji ber ku wî pêşewazî ji mudaxila Rûsiyê li hilbijartinên  serokkomariya 2016`an a Emerîkayê kir û hewl da pêşiya  lêkolînên Mûlêr li vê barê bigre.

 CNN`ê her wiha got: Trump bi sûçên zêde û nedayîna sermalê li çavê emerîkiyan dinêre û her roj ku ser desthilatê dimîne rojeke din Emerîkayê ber bi  têkçûna  hakimiyeta qanênê nêzîktir dike.

 Malpera nûçan a  CNN`ê di dewamê de nivîsî: Trump talûkeyeka cidî bo Emerîkayê tê hesabê ji ber ku hewl dide bi tena serê xwe dewletê îdare bike.

 CNNê li vê barê bal kişand ser ragahndina  rewşa awarte bo serkutkirina  koçberan û rawestana Trump li hember kongirê û hikmên  dadgeha federal.