Nîsan 19, 2019 19:52 Asia/Tehran
  • Nameya kevnesiyasetvanên ewropî li dijî trump

37 kes ji kevnesuiyasetvanên ewropî bi wajokirina nameyekê ji siyasetên Trump li navçeya Rojavaya Asyayê rexne kirin.

37 kes ji kevnesuiyasetvanên ewropî bi wajokirina nameyekê ji siyasetên Trump li navçeya Rojavaya Asyayê rexne kirin û ji ewropayê xwestin ku bernameyeke serbixwe ji bernameya dewleta Amerîkayê jibo çareserkrina qeyrana Filistînê bigire ber xwe.

Li nav wajokerên vê nameyê  ku xitabî Fêdêrîka Mogirînî, Berpirsa Syaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê hatiye nivîsîn, kesayetiyên nasyar ji wan Zîgmar Gabriyêl, Dîvîd Mîlîbend û Cek Straw wezîrên karên derve yên Almanya û Englîsê, Xaviyêr Solana, hevahengkirê berê yê Siyaseta derveyî ya yekîtiya Ewropayê, komeke din ji wezîrên karên derve yên welatên ewropî û hinek ji çalakên payebilind ên rêxistinên navneteweyî di warê têkilliya digel Rojhilata Navînê tên dîtin.

Van siyasetvanan ji Yekîtiya Ewropayê xwestine ku li dijî siyaseta ku Trump aniha têkildarî Rojhlata Navînê dişopîne derkevin.

Wajokerên vê nameyê rexne kirine ku dewleta Amerîkayê çima îdiaya Israîlê ya serdestiya li ser Beytul Muqedesê bi fermî  nas kiriye û li hemberî berfirehbûna çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li navçeyên filsitînînişîn, sersarî  û bêdengiyeke azirîner girtiye ber xwe.