Teqezkirina Gutêrêş ser pêwîstiya yekbûna li dijî tirsandina ji Îslamê
Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku îro û her roj divê li dijî kîn û nefreta ji misilmanan û hemî şiklên demargirjiyê bibin yek.
Li gorî rapora IRNA`yê, Antonyo Gutêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî îniyê piştî nîvro piştî hevdîtin û gotûbêja bi nimêjkirên navenda îslamî ya Noyoyorkê li daxûyaniyekê xitabî civaka misilmanan raghand: Hûn bi tenê nînin û cîhan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi we re ne.
Gutêrêş bi rêzgirtin û raghandina hevgirtina xwe bi civaka misilmanan ji Newyorkê heya Zelanda Nû û serayî wê xwe şirîkê xema malbata gorriyên êrişa terorîstî ser du mizgevtên bajarê Kirayst Şarça Niyûzîendê da zanîn.
Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser berfirehbûna kîn û nefreta li dijî misilmana, dijberiya li hember cihûyan û gotinên bi kîn û nefret û demargirjane li her derê cîhanê diyar kir her tim li bara vê xeterê hişyarî daye.
Antonyo Gutêrêş di dewamê ser pêwîstiya sekinîna ser hemî şiklên şîdetê li dijî mizgevatn, kenîse, klîse an her ciheke din sekinî.
Gullevaêtina roja îniyê li du mizgevtên bajarê Krayst çarça Zelanda Nû 52 kuştî û bi dehan kes birîndar bûn.
Sebebkarê van cinayetana, bîr û baweriyên rêgezperestiyê û li dijî Îslamê hebûye û li hilêxistina nihêrînên xwe, pesna Donald Trump serokkomarê Emerîkayê daye.