Adar 23, 2019 17:34 Asia/Tehran
  •  Agirgirtina otobûsa geştyaran li Çînê bi 26 kuştiyan

Li encama agirgirtina otobûsa geştyaran li parêzgeha Honanê li navenda Çînê 26 kes hatin kuştin.

 Li gorî rapora televîzyona Çînê, otobûseke hilgirê geştyarên çînî şeva buhurî li navça Hanşoyê li bajarê Çengdoyê agir girt ku li encama wê 28 kesên din jî birîndar bûn ku halê pênc kes ji wan xirab e.

 Ev otobûsa hilgirê 56 kesan ji wan 53 tûrîst, du ajokar û  berpirsekî tûra geştyariyê bû.

 Du ajokarên vê otobûsê hatine desteserkirin û lêkolîna li bara hegera vê bûyerê jî destpê bûye.