Adar 22, 2019 18:38 Asia/Tehran
  •  Gefa artêşa Emerîkayê li dijî Koreya bakurî

Artêşa Emerîkayê gef li Koreya bakurî xwar ku dê nehêle ev welata ji qaşo boykotên navneteweyî derbas bibe.

 Li gorî rapora Yûnhapê, Koreya başûrî, general Joseph Dunford (Cozêf Danford), serokê erkantiya hevpar a artêşa Emerîkayê li civîna  ramangeha Konseya Atlantîkê got: Hêzên eskerî yên Emerîkayê xwe amade dikin ku  bona girtina pêşiya Koreya bakurî bo binpêkirina boykotan, bikevin dewrê.

 Vî rayedarê eskerî yê pilebilind ê Emerîkayê got ku Artêşa Emerîkayê dê pêşiya veguhestina nifta palavtî navbera gemiyan ber bi Koreya bakurî bigre.

Wezareta Xizînedariya Emerîkayê jî raghandiye ku li dijî du şîrketên veguhestinê yên çînî bi tawana alîkariya bo Koreya bakurî li derbasbûna ji boykotan, hin ciza  kivş kirine.

 Boykot û nihêrîna bi dijminatî ya Emerîkayê li dijî Koreya bakurî piştî işkesta muzakirên rayedarên  her du welatan gurrtir bûye.

 Duwemîn civîna Donald Trump serokkomarê Emerîkayê û Kîm Cûng Ûn rêberê Koreya bakurî 27 û 28 Sibatê li Hanûya paytexta Viyetnamê hat lidarxistin û bê encam bi dawî bû.

 Yekim civîna rayedarên  Emerîka û Koreya bakurî jî Hezîrana 2018`an  li Sengapûrê hat lidarxistin û tu encamek xêncî daxûyaniya nezelal li bara jiçeklkirina çekê navokî ya nîvgirava Koreyê tinebû.

 Koreya bakurî, zêdexwazî û emegdarnebûna Emerîkayê sedema sereke ya işkesta muzakirên her du welatan raghandiye.